Antony Blinken giha bajarê Îstenbolê

05 January 2024 23:07 0 dîtin
Antony Blinken giha bajarê Îstenbolê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtin bike îro seet di 19.10an de giha Îstenbolê.

Li balafirgeha Îstenbolê Blinken ji terefê berpirsê ji Amerîka yê wezareta karên derva ya Tirkiyê balyoz Yaprak Balkan, balyozê Amerîkayê yê Ankara Jeffry Flake, balyozê Amerîkayê yê Îstenbolê Julie Eadeh, yek ji rêvebirê balafirgeha Îstenbolê yê bi navê İlker Haktankaçmaz û kesên din de hat pêşwazîkirin.

Hevdîtina her dû wezîran dê sibê bibe û di nav mijarên wan de, endamtiya Îsveçê ya NATOyê, mijara Egeyê, Gazze û çend mijarên din hene.