Antony Blinken seredana Tirkiyê dike

16 February 2023 02:01 0 dîtin
Antony Blinken seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di 19 ê sibatê de wê seredana Tirkiyê bike. Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku wê Blinken seredana Almanya, Tirkiyê û Yûnanistanê bike. Blinken sibê diçe Almanya û tevlî konferansa Munîhê ya Ewlehiyê dibe, wê di derbarê şerê Rûsya-Ûkrayna de û erdheja li Tirkiyê çêbûye hevdîtinan bike.

Blinken wê li bajarê Adanayê baregeha İncirlikê ziyaret bike û ji wê ji wir here Ankara bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re û rêvebirên din yên Tirkiyê re hevdîtinan bike. Wê desteka xwe ji bo hevkarê xwe yê NATO yê ji bo Tirkiyê ragihîne û hem ji bo hukumeta Tirkiyê alîkariya mexdûrên erdheja Sûriyê kiriye, sipasiya xwe bo wan bike.

Antony Blinken dê ji Tirkiyê here Yûnanistanê, bi serokwezîr Kiryakos Miçotakis, bi wezîrê karên derve Nikos Dendias û Alexis Çipras re di mijarên bergiriyê, ewlehiya enerjiyê de hevdîtinan bike û di 21 ê mehê de tevlî civîna diyaloga stratejîk ya Amerîka-Yûnanistanê bibe.