Antony Blinken seredana Almanya û Arnavutlukê dike

10 February 2024 01:51 0 dîtin
Antony Blinken seredana Almanya û Arnavutlukê dike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di navbera 14-17 Sibatê de wê seredana Munîh a Almanya û payîtexta Arnavutlukê Tîranê bike.

Blinken, wê tevlî konferansa Munihê bibe û ji bo li welatên Balqana îstîqrar hebe, wê seredana Tiranê bike. Arnavutluk di Balkana de welatekî xwediyê rola girîng e.

Ragihandina seredana Blinken ji aliyê wezareta karên derve yê Amerîka de hat kirin. Li ser seredana Tiranê wezaret got:

“Wê Blinken, seredana Arnavutlukê bike ku li balkana rojava hevkarê me yê bi îstîqrar û hem ku desthilata Ûkraynayê û yekîtiya axa wan diparêze, dê hêza têkiliyên me dubare erê bike.”

Di konferansa Munihê de wê Blinken weka endamekî heyeta bi serpereştiya cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris tevlî konferansa Munîhê ya ewlehiyê bibe.