Asif Alî Zardarî bû serokkomarê Pakistanê
PeyamaKurd – Serokkomarê Pakistanê yê nûh aşkera bû. Li seranserê Pakistanê di dengdana giştî de Asif Alî Zardarî dengên zêde bidest xist û bû serokkomarê dewleta Pakistanê.
Li sernaserê Pakistanê di meclisa netewî de û li payîtextên 4 eyaletan de parlementerên Pakistanê ji bo serokkomariyê, Asif Ali Zardari hilbijartin. Zardariyê 68 salî di dengdanê de ji raqibê xwe Mehmûd Xan Açakzayî 411 dengên zêde sitend ku Açakzayî karibû tenê 181 dengan bistîne.
Zerdarî hevjînê serokwezîra Pakistanê ya berê Benazir Butto ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin