Serokkomarê berê yê Pakistanê hat girtin
PeyamaKurd- Serokkomarê berê yê Pakistanê Asif Alî Zerdarî hat girtin. Li gor ragihandinê; sedema girtina wî ew e ku pereyên bertîlê yên ku sitendiye, di ser hesabên sexte de şandiye derveyê welat. Zerdarî serokkomarê 11emîn yê Pakistanê ye. Bi wê sûcdariyê, Buroya Hesabdayînê ya Federal (NAB) bi sedema pere şandiye derveyê welat wî girtin.
Zerdarî, bo ji derve de bê darizandin, serdana dadgeha bilind ya Îslambadê kiribû lê daxwaza wî nehat qebûlkirin. Ji niha û pêde mafê Zerdarî heye ku îtîraza xwe bibe Dadgeha Makezagonê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin