Avusturya sertên koçberiyê zahmettir dike

29 May 2018 18:00 0 dîtin
Avusturya sertên koçberiyê zahmettir dike

PeyamaKurd- Serokwezîrê Avusturyayê Kurtz plana xwe ya di derbarê alîkariya civakî bo penaberan aşkera kir. Li gor planê penaberên ku Almanî nizanibin û biyanî, wê ji hukumetê alîkariyê kêm bistînin.

Koçberên li Avusturyayê wê nikaribin bi rihetî alîkariya civakî bistînin. Penaberên bi Almanî nizanin û biyanî wê alîkariyeka kêm bistînin. Ji bo biyanî karibin ji dewletê alîkariyê bistînin divê 5 sal bisekinin.

Serokwezîr Sebastian Kurz got; bo biyanî karibin alîkariyê bistînin, wê zanîna ziman bibe bingeha mijarê. Kurtz weha dewam kir:

“ Bo alîkariya dewletê ya civakî karibe bi temamî bistîne, divê zimanê Almanî baş zanibe. Ev tê vateya kesê ku rêzmanê nizanibe, wê nikaribe alîkariya temamî bistîne.”

Rewşa penaberan niha li Avusturyayê kesê ku bi Almanî nizanibe 563 ewro distîne û kesê ku bi Almanî zanibe alîkariya dewletê bo wan sere mirovê 863 ewro ye.