Demirtas: Di sertên normal de HDP bendê derbas dike!
PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş got ku di şertên normal de HDP bendê derbas dike, lê belê di şertên Tirkiyê de heye ku wê têxina bin bendê.
Siba 24ê Hezîranê ye û Tirkiye diçe hilbijartina Serokomariyê û parlamenteriyê. Êdî her kes bi kelecaneke mezin li hêviya hilbartinê ye. Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş jî bi rêya çapemeniya civakî fikr û ramanên xwe bi raya giştî re parve dike.
Demirtaş vê carê jî ji televîzyona dewleta Elmanyayê ARDê re axivî. Demirtaş wiha got: Ez di girtîgehê de me û şert û mercê girtîgehê pir xirab in. Îmkanên min pir qels in ku ez fikrên xwe parve bikim. Tenê bi rêya çapemeniya civakî ez hinek tiştan dibêjim. Di şertên rewşa awarte de hilbijartin ti caran adil çênabin.
Li ser pirsa ARDê ya li ser pêvajoya aşîtiyê, Demirtaş wiha berdewam kir: Hikûmetê, pêvajoya aşîtiyê xira kir. Lewra ku wan xwestibana, aşîtî wê çêbûbana. Lê belê ji bo îqtîdara xwe wan şer derxist.
Ji xeynî vê divê hinek kirinên PKKê jî werin rexnekirin. Divîbû ku em jî bêhtir li vê pêvajoyê xwedî derkevin.
Demirtaş li ser bendê jî wiha axivî: Li gorî anketan em rewşa me herêna ye. Yanî krîtîk e. Ez bawer dikim ku di şertên normal de HDP bendê derbas dike. Lê belê di şertên Tirkiyê de, heye ku hinek wê têxin binê bendê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin