Parêzeran Demirtas pistî serlêdana dawî li bendê were berdan

11 September 2019 15:30 0 dîtin
Parêzeran Demirtas pistî serlêdana dawî li bendê were berdan

PeyamaKurd – Piştî ku îtiraza serdozgeriyê ya li ser biryara tehliyekirina Selahattîn Demirtaş hat redkirin, parêzerên Demirtaş doh êvarê serlêdana rewşa girtîmayînê kirin.

Parêzerên Demirtaş piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ku 2yê Îlonê biryara serbest berdanê dabû, xwestibûn muwekîlê wan were berdan, lê serdozgeriyê îtiraz li biryara dadgehê kiribû û nehatibû berdan.

Piştî ku doh dadgehê îtiraza serdozgeriyê red kir, parêzeran car din ji bo berdana Demirtaş serlêdan kirin û parêzer li bendê de Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê were berdan.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber daxuyanî û axaftinên xwe yên siyasî girtî ye û Dadgeha Mafên Mirovan jî xwestibû were berdan, lê ji dozeke din 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn û nehat berdan.