Bavê Selahattîn Demirtas koça dawî kir

31 December 2023 14:28 0 dîtin
Bavê Selahattîn Demirtas koça dawî kir

PeyamaKurd – Bavê siyasetmedar Selahattîn Demirtaş ku 7 sal in li girtîgeha Edirneyê girtî ye, Tahir Demirtaş îro 31ê Kanûnê roja Yekşemê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Li gorî zanyariyan, Tahir Demirtaş li bajarê Diyarbekirê koça dawî kiriye.

Tahir Demirtaş meha Gulanê jî qeyrana dil derbas kiribû û bi wê minasebetê destûr hatibû dayîn kurê wî Selahattîn Demirtaş li nexweşxaneyeke Diyarbekirê serdana wî bike.

Derbarê merasîma cenazeyê Tahir Demirtaş de, hîn ti agahî nehatine belavkirin.