RAPIRSÎ | Rêjeya dengên AKP û MHP kêm bûye, HDP bendê derbas dike…

12 July 2021 18:10 0 dîtin
RAPIRSÎ | Rêjeya dengên AKP û MHP kêm bûye, HDP bendê derbas dike…

PeyamaKurd - Berpirsê Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê li Tirkiyê Kemal Ozkiraz encamên rapirsiya Artibir nirxand û got, di 6 mehên dawî de dengên partiyên tifaqa Cumhur AKP û MHPê kêm bûne.

Li gorî encamên rapirsiya Artibir a Çile-Hezîranê Hevpeymaniya Millet ku ji CHP û ÎYÎ Partî pêk tê, di rêza yekem de cih digire û rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur ya ji AK Partî û MHPê pêk tê, di 6 mehên dawî de gelekî daketiye.

Encmên rapirsiyê yên bêyî dabeşkirina dengên bêbiryaran wiha ye:

AKP: %34,5

CHP: %26,2

ÎYÎ Partî: %11,5

HDP: %11,6

MHP: %8,4

Partiya DEVA: %4,1

Partiya Pêşerojê: %2,6

Yên Din: %1,1

Bi dabeşkirina dengên bêbiryaran encamên meha Hezîranê wiha ne:

AKP: %31,5

CHP: %27,5

ÎYÎ Partî: %14,1

HDP: %11,1

MHP: %7,1

Partiya DEVA: %3

Partiya Pêşerojê: %1,9

Yên Din: %3,8

Di rapirsiyê de derketiye holê ku ji meha Çile heta Hezîranê rêjeya dengên AKPê ji sedî 3,4 û yên MHPê ji sedî 1,3 daketiye. Herwiha rêjeya dengên CHPê ji sedî 1,3 û dengên ÎYÎ Partî ji sedî 2,6 zêde bûye.

Rêjeya dengên HDPê di navbera herdu mehên Çile û Hezîranê de bi rêjeya %0.50 daketiye. Li gorî van encaman dengên HDPê di meha Çile de %11.6 e û di meha Hezîranê de jî %11.1 e.