Demirtas: Dibe ku HDPê di bin bendê de bihêlin!
PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ji çapemeniya Elmanyayê re axivî û got ku HDPê wê bendê derbas bike. Lê belê heye ku HDPê di bin bendê bihêlin.
Demirtaş wiha berdewam kir: Bend ji bo HDPê, ne asteng e. Lê belê divê gelê me pir baldar be. Hinek wê bi rayên xwe HDPê rakin û hinek jî divê nehêlin ku rayên HDPê werin dizîn. Bi rastî talûkeyeke mezin heye. Lewra hindik maye ku îqtîdar her tiştî winda bike. Çi hîle hebe, ji wan tê. Ji ber vê yekê divê gelê me pêşiyê rayên xwe bide û paşî jî li sandoqên hilbijartinê xwedî derkeve.
Li ser xebatên hilbijartinê jî Demirtaş wiha got: “Ez li vê derê jî xebatên xwe didomînin. Rojê bi qasî 4 seetan radizim. Bi alîkariya parêzerên xwe ez peyvên xwe digihînime welatiyên xwe. Piştre jî bersivê didime hinek reqîbên xwe. Tabî xebata bi vî rengî pir zor e. Ku ji dêla ketilekî, telefoneke min hebana, min ê pir baştir fikrên xwe parve kiribana.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin