Demirtas: Armanc û hincet çi dibe bila bibe, her êrîsa sivîlan dike hedef teror e

14 November 2022 14:30 0 dîtin
Demirtas: Armanc û hincet çi dibe bila bibe, her êrîsa sivîlan dike hedef teror e

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di derbarê teqîna do ya li kolana Îstiklalê ya Stenbolê de peyamek belav kir û teqîn weke êrîşeke terorîstî bi nav kir û şermezar kir.

Siyasetmevanê Kurd Selahattin Demirtaşli ser teqîna do ya li cadeya Istiklal a Stenbolê peyamek belav kir û got: “Armanc û hincet çi dibe bila bibe, her êrîşa ku sivîlan dike hedef ji hêla qanûnî, siyasî, exlaqî û wijdanî ve teror e. Em qet qebûl nakin.”

Herwiha di beşeke din a peyama xwe de Demirtaş teqînê şermezar dike û dibêje: “Herwiha terora ku li kolana Îstîklalê sivîlên bêguneh dike hedef, şermezar dikim. Ji bo kesên can dane rehma Xwedê, ji xizmên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.”