Bi hinceta raporeke bijîskî 2 sal û nîv ceza li Basak Demirtas hat birîn
PeyamaKurd – Li ser raporeke bijîşkî ya sala 2015an ku wê demê hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş mamostetî dikir, dadgehê bi hinceta sextekarî hatiye kirin 2 sal û nîv cezayê girtîgehê lê birî.
Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Diyarbekirê îro 11ê Mijdarê bi îdiaya ku raporeke bijîşkî ya derveyî rastiyê standiye, 2 sal û nîv ceza li hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve di girtîgehê de ye re birî.
Parêzerên Başak Demirtaş dane xuyakirin ku bi feraseta cezakirinê ew biryar hatiye dayîn û sedem jî di van demên dawî de Başak Demirtaş ketiye rojevê ye.
Herwiha parêzeran diyar kiriye ku di belgeya rapora bijîşkî ya 11ê Kanûna 2015an ku Başak Demirtaş 5 rojan ji ber nexweşiyên xwe rapor standiye de, navenda tenduristiyê tarîx şaş nivîsandiye û dadgehê jî bêyî daxwaza belgeya rastîn bike ew ceza daye Başak Demirtaş.
Di daxuyaniya parêzeran de hatiye gotin, tevî ku rastîya belgeya navborî li holê ye cezakirina Başak Demirtaş di encama darizandinekê de, tê wateya nebûna hiqûqê û neheqiyeke mezin ku ne tesaduf e di van rojên Başak Demirtaş ketiye rojevê de ev biryar hatiye dayîn.
Parêzeran diyar kiriye ku ev biryar berhema feraseta cezakirina kolektîf e û ew dê têkoşîna xwe ya hiqûqê li hemberê biryara cezakirinê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin