Basak Demîrtas ji cezayê 2 sal û 5 mehan beraat kir

09 July 2024 13:39 0 dîtin
Basak Demîrtas ji cezayê 2 sal û 5 mehan beraat kir

PeyamaKurd - Hevjîna Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş û doktor Rezan Bugday ku bi tawanbariya 'amadekirina raporeke neqanûnî' bi cezayê 2 sal û 5 mehan hatibûn cezakirin, piştî ku biryar ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin, serbest hatin berdan.

Di derbarê Başak Demîrtaş û Pizîjk Rêzan Bugday de dihat angaştin ku di dema serdana derveyî welat de ne nexweş bûne jî, lê bi awayekî nerêkûpêk rapora tenduristiyê wergirtiye û bêyî serdana navenda tenduristiyê û muayenekirinê rapora tenduristiyê wergirtiye, 2 sal û 5 meh ceza li wan hatibÛ birîn.

Cezayê ku li Başak Demirtaş û Rezan Bugday hatibû birîn ji aliyê dadgeha îstînafê ve hate betalkirin.

Dadgehê li ser prensîba cezayê gerdûnî yê ku gumanbar ji gumanê sûd werdigire, ji ber ku delîlên têr nehatine bidestxistin, biryar da ku Başak Demirtaş û pizîkê ku rapor amade kiriye, beraat bike.

Dozgerê dozê ku xwest bersûc bên cezakirin, li dijî vê biryarê serî li dadgeha îstînafê da.