Daxuyaniya Altan Tan li ser cezayê Demîrtas!
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Altan Tan jî di nav wan navên ku di çarçoveya Doza Kobanî de beraat kirin.
Altan Tan derbarê biryarên ku 42 sal in li dijî Selahattîn Demîrtaş tên dayîn bi rêya X daxuyanî da.
Tan diyar kir ku ew biryaran weke “zilm” dibîne û ev tişt gotin:
“Weke ji destpêkê ve di hemû rûniştinan de jî me diyar kiriye, dosyaya Kobanî ne dozeke hiqûqî ye, dozeke siyasî ye. Cezayên ku îro tên dayîn, derbeyeke mezin li demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Enqereya kûr rûyê xwe careke din nîşan da. Ez wek kesekî ku di jiyana xwe ya siyasî de bi rêbazên sivîl, dûrî çek û tundiyê mafên Kurdan yên însanî, Îslamî û demokratîk parastiye, biryarên ku di derbarê birêz Selahattin Demirtaş û hevalên din de hatine girtin ne rewa dibînim û wan wek zulm dibînim. Ez di wê baweriyê de me ku ev biryara ku wê bandorê li aramiya welat bike, di qonaxên dadgeha bilind ên pêşerojê de bê sererastkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin