Demirtas bi hinceta heqaretkirina li serdozger, bi 2 sal û 6 mehan hat cezakirin

14 October 2022 17:51 0 dîtin
Demirtas bi hinceta heqaretkirina li serdozger, bi 2 sal û 6 mehan hat cezakirin

PeyamaKurd - Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya 25emîn, bi hinceta ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, dema dadgehkirinê “heqaret li karmendê dewletê” kiriye 2 sal û 6 meh ceza jê re bîrî.

Demirtaş Çileya 2020an de dema danişîna dozê ji bo Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman, gotibû: “Wê heyam biguhere, xelk heye. Dema sindoq hat danîn, wê li ser çiyayên we yên ku hûn pê bawer dikin berf bibare, hûn ê hesabê van hemûyan li pêş darazê bidin.”

Ji ber van gotinan, bi hinceta ku “heqaret li karmendê dewletê û ew hedef nîşan daye” doz li Demirtaş hatibû vekirin ku dadgehê îro biryara xwe da.

Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû û got: “Dozger derbarê min de heta 8 salan daxwaza cezayê kiriye. Ez îdiayan red dikim û di îdianemeyê de ti delîleke tawanê nîne. Bi hincetên siyasî li dijî min doz têne vekirin.”

Dadgehê piştî parastina Demirtaş û parêzeran biryara sepandina 2 sal û 6 meh ceza da Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye.