Serdozgerê Dadgeha Bilind xerakirina cezayê Demirtas xwest

10 May 2020 18:33 0 dîtin
Serdozgerê Dadgeha Bilind xerakirina cezayê Demirtas xwest

PeyamaKurd - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest ku biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîye bê xerakirin. 

7ê Îlona 2018an Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selehattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edirne girtî ye û Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sureyya Onder, ji 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi sedema axaft û daxuyaniyên wan ceza li wan birîbû.

Demirtaş bi 4 sal û 8 mehan, Onder jî bi cezayê 3 sal û 6 mehan hatibû cezakirin ku Onder piştre ji girtîgehê hatibû berdan.

Parêzerên Demirtaş nivîsa biryara xerakirina cezayê Demirtaş kêm dibînin. Parêzerên Demîrtaş Mahsuni Karaman û Firat Epozdemir dibêjin, ev nivîsa li ser navê Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji 16emin Daîreyea Dadgeha Bilind re hatiye şandin mutalaa ye. Ne biryara Daîreyê ye. 16emîn Daîreya Ceza ne girêdayî vê mutaalayê ye. Mutalaya ku serdozger amade kiriye kêm e.