Demirtas: Divê armanca HDPê ne rawestandina qeyûman be lê desthilatbûyîn be

05 December 2019 15:35 0 dîtin
Demirtas: Divê armanca HDPê ne rawestandina qeyûman be lê desthilatbûyîn be

PeyamaKurd - Selahattin Demirtaş ragihand ku ew banga HDPê ya hilbijartina pêşwext rast dibîne û divê HDP bi gavên siyasî faşîzmê serobino bikin û ber bi desthilatbûnê ve bimeşe.

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaşê ku ev 3 sal e li Girtîgeha Edîrneyê dimîne, beriya nexweşîna xwe bi rêya parêzerên xwe pirsên Mehveş Evin a Arti gerçek ê bersivandine.

Selahattin Demirtaş got ku ew banga hilbijartineke pêşwext rast û rewa dibine û wiha axivî: “Ji niha û pê ve divê bi rê û rêbazên demokratik bine vê yekê were dagirtin, were birêxistin û mezinkirin û alternatîfa desthilata demokratik were xurtkirin û argumanên îknkarker deynin ber gel.”


Beşek ji hevpeyvîna Demirtaş a bo Arti Gerçekê wiha ye.

Partiya we banga hilbijartineke pêşwext kir. Bi ya te li cem partiyên siyasî û hilbijêran çi wateya wê heye? Vekişîna ji qadên demokratik bo gel heye ku bibe alternatîfek?

Ez banga HDPê ya bo hilbijartineke pêşwext rast û rewa dibînim. Ji niha û pê ve divê bi rê û rêbazên demokratik bine vê yekê were dagirtin, were birêxistikirin û mezinkirin û alternatîfa desthilata demokratik were xurtkirin û argumanên îknkarker deynin ber gel. Yanî divê êdî armanc û hedefa HDPê ne rawestandina tayînkirina qeyûman lê divê desthilatbûyîn be, divê HDPê bibe desthilat û hewil bide hemû pirsan çareser bike. Pêwîst e HDP bi hemû aliyên re di çarçoveya prensîbên demokrasiyê de hevkarî û hevpariyê bike û hemû çalaki û rrotîka xwe, hemû tifaq û kadroyên xwe li gorî wê yekê dizayn bike.”


Hûn şikestinên di nava AKPê de û hewildanên damezirandina partiyên nû çawa dinirxînin. Ev kesên ku ji AKPê vediqetin gelo fibe ku ferqekê derxin holê?

AKPê çi dike çi nake zêde me eleqedar neke, ji berk u AKP êdî ne partiyek e, ew êdî monolîtikeke ku ji zilamekî bi tenê pêk tê. Meftayeke siyasî ku tu pêşeroj û vizyona wê nemaye, qediyaye û belav bûye. Ez nabêjim hin ji AKPê vediqetin, AKP bi tevahî ji AKPê dûr dikeve. Bi tenê kesek maye û kesên bêker û bêkabîliyet û kurtêlxwîr li derdora wî rêz bûne. Yên ku hinekî biaqil, xwedî exlaq, wijdan li wir namîne. Hewildan û partiyên nû dê ji bo demokrasiyê ferqekê çekin yan na em dê bi hev re bibinin. Bi raya min divê ji bo hemû pirsan rê û rêbazên demokratik û aştiyane werin çareserkirin.