Biden: Me peyameke taybet gihand Îranê

14 January 2024 12:32 0 dîtin
Biden: Me peyameke taybet gihand Îranê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, ragihand ku wan li ser êrîşên Hûsiyên Yemenê li Deryaya Sor bi ser keştiyên bazirganî de, peyameke taybet gihandiye Îranê.

Joe Biden ji rojnamevanan re da xuyakirin, "Me bi awayekî taybet ev gihand û em jê piştrast in ku me xwe baş amade kiriye.”

Li aliyê din Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby jî da xuyakirin, êrîşa Amerîka û Brîtanyayê ya ser Hûsiyan, tesîr li ser depoyên wan ên fuzeyan, rakirina dronan kiriye ku gefên li ser keştiyan kêmtir bûye.

Herwiha Kirby ragihand ku Washington bi Yemenê re ne di nava şer de ye.

Hêjayî gotinê ye, Biden piştî ku sala 2021ê Hûsî ji nav lîsteya terorê hatibûn derxistin, cara yekem dîsa Hûsîyên Îran piştevaniya wan dikte, wekî ‘êrîşkarên terorîst’ bi nav kir.