Cûntaya leslerî ya Nîjerê, daxuyanî da
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hat diyarkirin ku cûntaya leşkerî ya ku di 26ê Tîrmehê de li Nîjerê desthilatdarî bi dest xistibû, ji bo hevdîtinên bi Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) re vekirî ye.
Hat diyarkirin ku şanda hevpar a mezhebên Wehabî û Tîjanî yên li Nîjeryayê bi rêberê cûntayê Abdurrahman Tchiani re li Nîjerê civiya.
Piştî civîna ku hat kirin, daxuyaniyek ji bo çapemeniya Nîjeryayê hat dayîn û hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Lau diyar kir ku Tchiani ji bo diyaloga bi ECOWASê li hev kiriye û wiha got:
"Tchiani agahî nedaye ka dê kengî diyalog pêk were, lê got ku ew her tim ji diyalogê re amade ne. Ji bo çareseriya qeyrana li Nîjerê hîn jî rêya muzakereyê vekirî ye. Lê belê bikaranîna hêzê hîn jî wekî dawîn li ser maseyê ye.”
Di vê çarçoveyê de ji wezîrên berevaniyê yên welatên endamên ECOWAS re talîmat hat dayîn ku hêzên nobedariyê çêbikin û bi cih bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin