Daxuyaniya HSDê derbarê parastina bajarê Minbicê
PeyamaKurd - Berpirsê Ofîsa Ragihandina ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand: Tu pêwistî ji bo ketina hêzên Tirkîyê nav Minbicê tuneye û em rê jî nadin. Herwiha Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş jî ragihand, ku ew pabendî parastina bajarê Minbicê û hemahengiya ligel Hevpaymaniya Navdewletî ne.
Berpirsê Ofîsa Ragihandina ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî diyar kir, ku Minbic bi destê niştecihên Minbicê û Civakên Leşkerî û Gelanî yên vî bajarî ve tê birêvebirin ku ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tên, lewma pêwîst nake dagirker bikevinê.
Mistefa Balî li ser peymana di navbera Tirkiye û Amerîka de wiha got: Lihevkirinek di navbera Amerîka û Tirkîyê de li ser Minbicê hebe, têkilîya xwe bi Civaka Idarî ya Minbicê va tuneye û em rê nadin ku Tirkîye derbasî vî bajarî bibe.
Herwiha Balî derbarê îdîaya Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê li ser hebûna hêzên YPGê li Minbicê wiha got: “Ew îdîa Pûç û bêbingeh e. YPG piştî kutabûna erka li Minbicê, ev bajar radestî Civakên Leşkerî û Idarî yên Minbicê kir û niha hêzên YPGê ne li Minbicê ne, lewma ev gotin di çarçova birêxistina şer û destdirêjîyeke din de ne.”
Mistefa Balî herwiha bi bîr xist: “Liv û tevgerên Tirkîyê li herêmê dê bêbersiv nemînin û em rê nadin destdirêjîyê.”
Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş jî ragihand, ku ew pabendî parastina bajarê Minbicê û hemahengiya ligel Hevpaymaniya Navdewletî ne.
Şervan Dewrêş herwiha destnîşan kir, ji bo rûbirûbûna planên li dijî wan, Encûmena Leşkerî ya Minbicê hemû amadekariyên pêwîst bo parastina Minbicê û hêzên xwe pêk anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin