Daxuyaniya Trump li ser Kurdan

28 September 2018 01:53 0 dîtin
Daxuyaniya Trump li ser Kurdan

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump derheqê Kurdan de ragihand, ku em gelek alîkariyê didin wan, me mil bi mil (li gel Kurdan) şer kir ,

Donald Trump ku ji bo rûniştinên Lijneya Giştî ya 73yemîn a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, civîneke çapemeniyê ya berfireh li dar xist. Trump di çarçoveyeke berfireh de li ser gelek mijaran bersiva rojnamevanan da.

Trump derbarê Îdlîbê de diyar kir ku wî îhtimala qetlîama li Îdlibê ji rojnamegerekî bihîst û paşê jî wî di New York Timesê da li ser vê herêmê nûçeyeke berfireh xwend.

Trump got ku li ser vê yekê wî telîmat da Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton ku rê li ber wê yekê bigirin da ku rejima Sûriyeyê bi alîkariya Îran û Rûsyayê li Sûriyeyê bi milyonan însanî qetil neke.

Trump got, ew kêfxweş e ku Rûsya, Îran û rejimê li Îdlibê "qetlîam nekirin" û wiha dewam kir, "Bi milyonan însan dê bihatana kuştin û ev dê bibûya şermezariyek. Ez vê yekê jî bêjim; Pir alîkariya Tirkiyeyê çêbû.

Herwiha Trump di bersiva pirseke derbarê Kurdan de jî wiha got: "Em gelek alîkariyê didin wan, me mil bi mil (li gel Kurdan) şer kir… Bi alîkariya Kurdan, me DAIŞ têk bir. Xelkekî gelek gelek baş û gelek gelek wêrek in".