Daxuyaniya Ukraynayê ji Qesra Spî
PeyamaKurd – Berdevkê Qesra Spî John Kirby diyar kir, ew kêfxweş in ku Ukrayna hemû pêdiviyên xwe yên êrîşê bi cih aniye.
John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de derbarê Ukraynayê de daxuyanî da.
Kirby di daxuyaniya xwe de da zanîn:
"Em gelek kêfxweş in ku me hemî hewcedariyên Ukraynayê ji bo destpêkirina êrişê bi cih anîn. Ew ê biryar bidin kengê êrîş bikin. Lê em di wê baweriyê de ne ku me bi hemû hêza xwe kir. Dema ku ez dibêjim em, mebesta min ne tenê Amerîka ye."
Kirby eşkere kir, Amerîka û hevalbendên wê "gelek tişt kirine û amade ne ku di hefte û mehên pêş de gelek tiştan berdewam bikin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin