Deklerasyona Newrozê hate ragihandin
PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Parti) bi partî û dezgehên platforma Newrozê yên wek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Çand û Hûnerê ya Dicleyê û hin dezgehên din re li Amedê deklaresyona Newroza 2024an ragihand.
Di daxuyaniya ku Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdar bû de bang li hemû Kurdan hate kirin ku bi giyaneke berxwedêr li Newroza îsal xwedî derkevin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ragihandina deklaresyonê ya ku ji aliyê Parlamenterê Dem Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk ve hat dayîn de li ser rewşa Kurdan a li Kurdistan û herêmê hate rawestandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Newroza 2024an ji bo têkoşîna li dijî qirkirina maf û azadiyên Kurdan, av, ax û zimanê Kurdan gring e û wê qadên Newrozê jî di daxwaza van mafan de bibin qadên berxwedanê.
Di daxuyaniyê de ji bo gelê Kurd hate gotin ku di vê pêvajoya ku di nav de şerê 3emîn ê cîhanê tê jiyandin de Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin û di vê pêvajoyê de qeyran û derfet li gel hev têne jiyandin.
Di domîna daxuyaniyê de hate gotin ku weke Dem Partî ew ê ji bo yekîtiya gelê Kurd û bidestxistina maf û azadiya Kurdan bixebitin.
Ji bo bernameya Newrozê jî hat ragihandin ku di 15ê Adarê de li ser bircên sûrên Diyarbekirê û li ser Qeleya Îzmîrê ku bûne sembolên Newrozê, wê agir bên vêxistin û wê di 16ê Adarê de jî li Wan, Batman, Şernex, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê bernameyên Newrozên bêne pêkanîn.
Her wiha hate diyarkirin ku herî dawî wê Newroz li Qada Newrozê ya Amedê, bi şahiyeke girseyî bê pîrozkirin.
Hatîmogullari: Wê statû çareseriyê pêkan bike
Piştî Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari jî axivî û balê kêşa ser şerên li cîhan û Rojhilata Navîn û rola Tirkiyeyê ya di van şeran de.
Tulay Hatîmogullari hanî ziman ku 40 sal in ku pirsgirêka Kurd a ku bingeha wê digihîje 100 salan heye û got "ev pirsgirêk jî pirsgirêka statuyê ye. Ger her welat ji bo Kurdên nav xwe statuya Kurdan bidin wan, wê çareseriya pirsgirêkê pêkan bibe."
Hevseroka Dem Partiyê domîna axaftina xwe de got: "Heger hûn ji bo gelê Filîstînê banga maf û azadiyan bikin, lê belê li Rojava û Efrînê dijberiya Kurdan bikin, wê bangên we yên ji bo Filîstînê jî dilsoz neyên dîtin.
Hatîmogullari her wiha amaje kir ku heger pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bê çêareserkirin, wê Tirkiye li Rojhilata Navîn jî û di şerê Rûsya û Ûkraynayê de jî bibe xwedî gotina bi bandor.
Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bi girseyî xwedî li Newroza 2024an derkevin da ku ev Newroz bibe bingeha daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd û bidestxistina maf û azadiyê ya gelê Kurd.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin