Erdogan, ji bo civînê diçe Soçiyê

03 September 2023 18:30 0 dîtin
Erdogan, ji bo civînê diçe Soçiyê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ji bo ku ligel Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin bicive, dê sibê biçe Soçiyê.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku tê çaverêkirin Erdogan û Putin di civîna Soçiyê de mijarên dualî û herêmî bi berfirehî gotûbêj bikin û hat destnişankirin ku mijara sereke ya civînê, dê li ser Korîdora Genim be.

Beriya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Moskowê bi hevtayê xwe Sergey Lavrov re civiyabû.

Tê pêşbînîkirin ku her du rêber di hevdîtinên xwe de bi perspektîfek "stratejîk" ve mijarê binirxînin. Di lûtkeya ku cîhan bi kelecanek li benda wê ye, dê projeya veguhestina gaza Rusî bi rêya Tirkiyeyê ji bo Ewropayê were nirxandin.

Her wiha hat zanîn ku Erdogan û Putin dê geşedanên herêmî jî di nav de şerê Rusya û Ukraynayê jî binirxînin û di nav van mijarên civînê de dê pevguhertina girtiyan a di navbera Rusya û Ukraynayê de jî bê nirxandin.