Erdogan ji bo civîna NATOyê diçe Washingtonê
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro ji bo Lûtkeya NATOyê ya ku di 9-11ê Tîrmehê de tê lidarxistin diçe Washingtona paytextê Amerîkayê.
Di Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de ku wê 75emîn salvegera damezrandina NATOyê were pîrozkirin. Li ser hewlên wê rêxistinê di warê rêgirtin û berevaniyê de li rûbirûbûna kêşe û metirsiyên li ser erdnîgariya hevpeymaniyê û herwiha rewşa Ukraynayê û piştevaniya ji vî welatî re, wê nêrînên xwe gotûbêj bikin.
Di 9ê tîrmehê de ku di roja ewil a lûtkeyê da bernameya bîranîna salvegera 75emîn wê were tertîpkirin û di lûtkeyê da heyeteke qelebalix a Tirkiyeyê jî bi serokatiya Serokomar Erdogan tê temsîlkirin.
Civîn wê bi Civîna Konseya NATO-Ukraynayê ku di 11ê Tîrmehê de bê lidarxistin bi dawî bibe. Tê payîn ku biryarên di lûtkeyê de hatine girtin di heman rojê de bi nivîskî bên ragihandin.
Li gorî çapemeniya Amerîkayê, her du rêberên ku guman heye di lûtkeyê de bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtineke dualî pêk bînin, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy û Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Keir Starmer in.
Ji aliyê din ve tê çaverêkirin ku Erdogan beriya ku ji Washingtonê derkeve, gavên ku ji bo rawestandina qetlîama Îsraîlê ya li Xezzeyê tên avêtin bîne ziman û civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin