Erdogan û Serokwezîrê Macarîstanê civiyan
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku bi serdaneke fermî çûbû Macarîstanê; ligel Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban hevdîtinên dualî kirin.
Recep Tayîp Erdogan ku bi têkiliyên fermî çûbû Macarîstanê, li ser vexwendina Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban çû paytext Budapeştê.
Hat diyarkirin ku Erdogan li Balafirgeha Navneteweyî ya Budapest Ferenc Liszt ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Macarîstanê yê Karûbarên Ewropayê Janos Boka, Gerînendehê Giştî yê Protokolê Anett Varga, Balyozê Macarîstanê yê Enqereyê Viktor Matis û Balyoza Tirkiyeyê ya li Budapeştê Gulşen Karanis Ekşioglu ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Erdogan di destpêka hevdîtinên xwe de bi Serokwezîr Viktor Orban re civiyaye û hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser çend mijaran dan û stendin hatine kirin.
Tê payîn ku hevdîtinên dîplomatîk ên navbera şandên aliyê Tirkiye û Macarîstanê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin