Êrîsê doktor kirin
PeyamaKurd- Li nexweşxaneya Zankoya Diyarbekirê ya Dîcleyê, di dema muayeneyê de niqaş derket û doktorê ku mudaxele kir, ji aliyê xwediyê nexweş de pavçûn derket. Diktorê bi navê Ahmet Azizoğlu xwest ku mirovên nexweş ji odê derên da mudaxeleya nexweş bikin. Lê mirovên nexweş êrîş birin ser doktor.
Li ser giliyê doktor 3 kes hatin binçavkirin. Doktor ji bûyerê gelek xemgîn bû. Dr. Azizoğlu weha got:
“ Dema min deriyê odê vekir, 10 kes zêde mirovên nexweş li odê bûn. 2 doktor bi nexweş bilî dibûn. Eşyayan şikandibûn. Min xwe bi wan da nasîn û wan hişyar kir. Kulmek li singa min dan. Yek li pozê min xistin. Paşî 7 an 8 kes li min dan. Min koda sipî da û polîs hatin. Min rapora derbê sitend. Em weka bavê me, birayên me an xuşka mebin li wan dinêrin. Em 24 siet dixebitin. Hevalên me hene 36 siet dixebitin. Diya min nexweşe min hêj wê ziyaret nekiriye. Înşallah bûyereka weha ji niha û pê de derneyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin