Gundê Kerafe yê xistin karantînayê

20 April 2020 23:29 0 dîtin
Gundê Kerafe yê xistin karantînayê

PeyamaKurd- Li navçe ya Berwariya ser bajarê Sêrtê, mezra ya bi navê Kerafe xistin karantînayê. Li gor ragihandina parêzgeha Sêrtê, rêvebiriya hîvzihhayê ya Berwariya biryara karantînayê daye. Sedem jî li gund testa kesekî posîtîv derketiye û tevî wî, ew kesên ku pêre ketine nava têkiliyan xistine karantînayê.

Wê mezra, heya 2 hefteyan di karantînayê de be û hemû pêdiviyên mezrayê ji aliyê dewletê de bên temînkirin.