Hamasê daxuyanî li ser Îsraîlê da
PeyamaKurd - Hamasê îdia kir ku hikûmeta Tel Avîvê berpirsyariyên xwe bi cih neaniye û ji her derengmayînê jî Îsraîl berpirsyar e.
Hamasê "Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê derxistina gelê Filistînê ji Xezzeyê bi hinceta jinûveavakirinê" red kir û daxuyaniyên Trump wek "banga nijadperestî û paqijiya etnîkî ya bi armanca tasfiyekirina doza Filistînê û înkarkirina Filistîniyan ji mafên wan ên neteweyî yên diyarkirî" bi nav kir.
Hamasê got, "Plana koçberkirina gelê me ji Xezzeyê wê bi ser nekeve. Gelê me yê mezin ê li Xezzeyê li hemberî bomberdûman û êrîşan bi xurtî li ber xwe da û wê li ser axa xwe bi israr bimîne. Hemû planên koçberkirin û sirgûnkirina wan wê têk biçe."
Derbarê gotara koçberkirina xelkê Xezzeyê de jî got, "Îsraîla dagirker bi planên xwe yên tasfiye û jicîhûwarkirinê wê nikaribe tiştên ku bi êrîş û komkujiyan bi dest bixe."
Hemasê diyar kir ku ew bi peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra girêdayî ne û wiha got: "Ya ku berpirsyariyên xwe bi cih nayîne Îsraîl a dagirker e û ji her tevlihevî û derengmayînê jî Îsraîl berpirsyar e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin