Hevdîtina Erdogan-Ozel îro ye
PeyamaKurd – Civîna Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel wê îro saet 16.00ê were kirin.
Midûrê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyeyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtina xwe ya taybet a bi Erdogan re agahî da.
Altun diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan wê îro (11.06.2024) saet 16.00an de li Navenda Giştî ya CHPê serdana Ozel bike.
Serokê Giştî yê CHPê Ozel di 2yê Gulanê de li Navenda Giştî ya AK Partiyê serdana Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin