Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê hatin girtin

30 October 2020 20:43 0 dîtin
Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê hatin girtin

PeyamaKurd -  Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan ku 22yê Cotmehê di serdegirtina polîsan a bi ser avahiya HDPê de hatibûn binçavkirin, piştî 8 rojan derketin pêşberî dadgehê.

Hevserokên HDP ya Diyarbekirê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan, hevserokên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya îro 30yê Cotmehê, piştî 8 rojên binçavkirinê derketin pêş dozgeriyê.

Dozgeriyê piştî îfadeyên hevserokên HDPê bi hinceta ku ‘posterên Abdullah Ocalan yên li navçeya Sûrê hatibûn daliqandin li avahiya wan hatine amadekirin’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Dadgehê ji bo hevserokên HDP ya rêxistina bajarê Diyarbekirê, Alokmen û Ceylan biryara girtinê derxist û herdu hevserokên navçeya Yenîşehîrê jî bi mercê kontrola edlî berdan.