Hêzên rejîma Sûriyê gihîstin sînorê Efrînê!
PeyamaKurd - Çavkaniyên herêmê radigihînin ku hêzên artêşa rejîma Sûriyê piştî ku piraniya gundewarên rojavayê Helebê kontrol kirin, pêşveçûna xwe ber bi navçeya Şêrewa ya Efrînê ve û rêya Efîrên-Idlibê berdewam dikin ku ber bi Daret İzzeyê ve diçin.
Rejîma Sûriyê di nav çend rojên dawî de bi piştgiriye Rûsya û Îranê herêmeke mezin li parêzgeha Idlibê xistiye kontrola xwe ku rêyên stratejîk jî digire nav xwe ku xetên çûnûhatina komên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine birîn.
Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê şeva borî hin gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê ji destê komên çekdar derxistine û pêşveçûna xwe berdewam dikin.
Herwiha çavkaniyên herêmê diyar dikin ku gundên Bibeşin û Fatertine yên Efrînê ji hewayê ve têne bombardiman kirin ku hedefa rejîmê kontrolkirina rêya Efrîn-Idlibê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin