Hilbijartinên Sirbîstanê: Vucic serkeftina xwe ragihand
Peyama Kurd - Di hilbijartinên giştî yên ku duh li Sirbîstanê pêk hatin de Partiya Pêşverû ya Sirbî (SNS) a Serokkomar Aleksandar Vucic ku ji sala 2012'an vir ve desthilatdar e, bi ser ket.
Li gor encamên destpêkê partiya rastgir SNS ji sedî 47ê dengan standiye.
Piştî van encamên ku temam nebûne Aleksandar Vucic jî serkeftina xwe ragihand.
Aleksandar Vucic da zanîn ku partiya wî di parlementoya Sirbistanê de piraniya dengan bi dest xistiye. Vucic got, “Ev serkeftineke teqez e. Ez jî pir kêfxweş im."
Li Parlamentoya Sirbîstanê ya ji 250 endaman pêk tê, li gorî encamên nefermî; Hevpeymana Divê Srbîstan Raneweste ya kuSNS serkêşîya wê dike 128, "Hevpeymanîya Dij-tûndîyê ya Sirbîstan (SPN) 65 kursî û Partiya Sosyalîst a Sirbîstan (SPS) jî 18 kursî bi dest xistin.
Kursiyên din çûn partiyên biçûk.
Hevpeymana NADA 13, Raya Gel-Dr. Branimir Nestorovic 13 û Yekîtiya Macarên Vojvodînayî jî 6, Partiya Dad û Guhertin û Hevbendiya Yekîtiya Demokrat a Xirvatistanê ya Vojvode her yek 3 kursî, Partiya Çalakiya Demokratîk a Sanzakê 2 kursî, Şaip Kamber û Partiya Rûsyayê her yek bû 1 kursî bi dest xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin