Îran | 3 girtiyên Belûçî hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Îdamkirina girtiyên siyasî di demên dawî de li Îranê zêde bûye û herî dawî 3 girtiyên Belûçî hatin darvekirin.
Li gorî zanyariyên ji bizavkarên eyaleta Sîstan-Belûçistanê, 3 girtiyên Belûçî li girtîgeha Zahidanê, hatin îdamkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 3 kesên bi navên, Mihemed Kerîm Barkezayî temen 28 salî, Mihemed Birahûyî temen 28 salî, Idrîs Bîleranî temen 31 salî, li girtîxana Zahidanê ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin.
Herwiha girtiyekî din ê siyasî bi nave Meysem Dêhqanî jî rojek berê li girtîgeha Dozapê hatibû darvekirin.
Tenê di roja Yêkşema borî de, li girtîgehên Adilabada Şîrazê, Îsfehan, Cîroftê ser hev 9 girtî bi tawanên cuda hatin îdamkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li seranserê Îranê herî zêde Kurd û Belûç bi hincetên cuda têne îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin