Îran xwediyê formula bombeya atomê ye
PeyamaKurd- Rêvebirê olî Ahmed Hatemî ragihand ku ew xwediyê formula bombeya atomê ne lê naxwazin jê îstîfade bikin û hem nafikirin ku sîlihên komkujiyê çêbikin. Ayetullah Ahmed Hatemî li bajarê Meşhedê di merasima salvegera koça keça Hz. Muhammed Fatma de, li ser hêza atomê axifî.
Hatemî got ku ew xwediyê formula bombeya atomîne lê nafikirin ku hilberînê bikin û weha dewam kir:
“Îran formula bombe ya atomî dizane lê naxwaze ji sîlihên ku komkujiyê dikin fêde bibîne. Lê Îran diwaze xwediyê nukleer enerjiyê be ji ber tişteka jiyaniye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin