Serokê IAEA: Îran niha xwedî siyana çêkirina bombeya atomê ye

29 November 2023 13:28 0 dîtin
Serokê IAEA: Îran niha xwedî siyana çêkirina bombeya atomê ye

PeyamaKurd – Rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Mariano Grossi got, "Îran niha xwedî kapasîteya çêkirina bombeya atomê ye."

Rafael Mariano Grossi li axiftinekê ji kanala televizyonî ya Frans24 re ragihand ku hîn gelek pirsên bêbersiv derbarê bernama navokî ya Îranê de mane û got: Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê divê rastiya îdiayên berpirsên Îranê derbarê aştiyanebûna bernameya navokî ya Îranê bikole.

"Komara Îslamî dest bi zengînkirina uranyumê heta asteke pir bilind kiriye û madde û şiyana berhemanîna bombeya atomê heye." Grossî, bal kişand ser biryara Îranê ya betalkirina destûra xebatê ya ji sê parên pisporên payebilind ên saziyê û got:

“Biryar ziyanek mezin da karîna ajansê ya çavdêrîkirina bernameya navokî ya Îranê. Helbet em ê çalakiyên xwe bidomînin. Lê belê wan rêya pisporên xwedî pisporî û tecrubeyên dewlemend, bi taybetî di zengînkirina uranyumê de girtin. "Ji bo amadekirina van pisporan gelek dem digire da ku ew xwedî ezmûn û pispor bin ku karên xwe bikin."

Grossî di daxuyaniya xwe ya li Lûtkeya IAEAyê ya ku çend roj berê hat lidarxistin da got, rezervên uranyumê yên Îranê ji meha Îlonê û vir va ji sedî 5, ji sedî 20 û ji sedî 60 zêde bûne.