Îranê, 4 kestiyên sotemeniyê desteser kirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaniya Îranê hatin ragihandin, Hêzên Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, dest danîne ser 4 keştiyên ku pê sotemeniya qaçax dihat veguhestin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku Hêzên Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, li Kendava Besrayê 4 keştiyên ku 270 hezar lître sotemeniya qaçax barkirîbû, desteser kirine.
Hat diyarkirin ku li Kendava Besrayê, venêrîn berdewam dikin.
Serokê Daraza Erkî ya Supaya Pasdaran a Îranê ya eyaleta Hurmuzganê Mucteba Kahramanî bi daxuyaniyekê ragihand ku ev desteserkirin çêbûye lê belê di derbarê nijada wan kesên ku di keştiyê de bûne, agahî parve nekirin.
Kahramanî got, “Ew sotemenî, dê li gorî prosesê radestî kompaniya belavkirina alavên petrolê bê kirin û dê car din li vegerîna xwe ya belavkirina asayî bên vegerandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin