Îsraîl dixwaze dijbereya Îranê firehtir bike

01 May 2018 22:10 0 dîtin
Îsraîl dixwaze dijbereya Îranê firehtir bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku bi hezaran belge û dosyeyên wêne û dengan li cem wan hene ku derdixin holê Îranê rêkeftina atomî binpê kiriye û di pêşxistina bernameya xwe ya atomî de berdewam e.

Netanyahû li ser çalakiyên atomî yên Îranê bi deh hezaran belge ragihandin ku piştî sala 2015an ve, ango piştî rêkeftina atomî ya Îranê, bi deh hezaran belge li ser bernameya atomî ya Îranê berhev kirine.

Netanyahû diyar kir: “Piştî dîtina rêkeftina atomî di sala 2015an de, hewldanên xwe zêde kirine daku dosyeyên nepenî yên atomî veşêre. Di sala  2017an de Îranê dosyeyên taybet ên çekên atomî veguhestin cihekî gelek nepenî yê li Tehranê, ku devera Şorabad e û dikeve başûrê Tehranê. Ev ew der e, rêya wê derê ye ku wan arşîva xwe ya atomî vedişêrin. Tenê çend Îranî dizanin li ku ye, herwiha çend Îsraîlî jî dizanin.”

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ku belgeyên wan ji 55 hezar rûpel, 55 hezar dosye û herwiha 183 CD pêk tê ku ew belge; wêne, nivîs û vîdeo ne û derdixin holê ku Îran rêkeftina atomî binpê kiriye û pêşxistina bernameya xwe didomîne.

 
Ew destnîşan dike ku hemû wan belgeyan li cihekî parastî diparêzin û li gel Amerîka û çend welatên din hevbeşî kirine.