El Ereb El Cedîd: Êrîsa Îranê tista ku Îsraîl dixwaze ye
PeyamaKurd – Li demeke ku karvedana kuştina Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye û Fuad Şikur berdewam dike de, êrîşa bersivdanê ya Îranê tê nîqaşkirin.
Li aliyekî Îsraîl û Amerîka jî bi keştiyên xwe yên li deryayê amedekariyên rûbirûbûna êrîşa muhtemel a Îranê dikin.
Rojnameya El Erebî El Cedîd li serk mijara kuştina Îsmaîl Heniye û Fuad Şikur û geşedanên dawî nûçeyek belav kir ku tê de dibêje, serokomarê nû yê Îranê Mesud Pezejkiyan reformxwaze, lewma mumkun e bi hêzên rojavayî re pêwendiyan çêbike, lê ev jî wê di serî de rêberê Olî yê Îranê û muhafazakaran û gelek derdorên din aciz bike.
Herwiha hatiye gotin ku îhtîmal heye ku Îran bi komên girêdayî wê yên li Lubnan, Yemen û Suriyeyê re êrîşan pêk bîne. Lê belê eger êrîşên Îranê çêbibin, ev dê bibe gaveke ku Îsraîl dixwaze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin