Îsraîlê fermandarê Hîzbûllahê yê pilebilind kust
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê êrîşa hewayî biriye ser Hîzbûllahê û fermandarê Hîzbûllahê yê pilebilind Hasan Huseyin Selamî kuştiye. Her weha Hîzbûllahê jî mijarê piştrast kir.
Selamî, di nav Hîzbûllahê de berpirsê Yekîneya Nasir û ji avêtina tanksawarên ser Îsraîlê berpirs bû. Li gor çavkaniyên ewlehiyê; pileya Selamî di asta tûxgeneral de bû.
Li gor ragihandina Hîzbûllahê ya nivîskî; Selamî li başûrê Lubnanê li bajarokê Mecadilê di êrîşa artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin. Bi Selamî re jimara kuştiyên Hîzbûllahê heya niha gihaye 218 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin