Îsraîlê êrîsî Sûriyeyê kir
PeyamaKurd — Hat îdiakirin ku Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê li dijî xala leşkerî ya li nêzî Balafirgeha Mezzeyê êrîşeke hewayî pêk anî.
Hesabên medyaya civakî yên nêzî rêveberiya Şamê îdia kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li gorî saeta herêmî saet derdora 22.50an de êrîşî nuqteya leşkerî ya li nêzî Balafirgeha Mezze kirin.
Heta niha der barê êrîşê de ti daxuyanî ji aliyê Îsraîl û rêveberiya Sûriyeyê ve nehatiye dayîn.
Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand ku 8 leşker birîndar bûne û ziyanên madî rû dane.
Çavkaniyekî leşkerî di daxuyaniyekê de ji SANA re ragihand ku Sûriyê ji aliyê Golanê ve herêmeke nêzîkî Şamê kir armanc.
Çavkaniyê diyar kir ku di encama êrîşê de 8 leşker birîndar bûne û ziyanên madî jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin