Îsraîl: Tekane rê operasyona leskerî ye

17 September 2024 14:01 0 dîtin
Îsraîl: Tekane rê operasyona leskerî ye

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku ji ber şer û pevçûnên bi Hizbullaha Lubnanê re, tenê rêya vegerandina kesên ku ji bakurê Îsraîlê hatine derxistin operasyona leşkerî ye.

Gallant bi Koordînatorê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Amos Hochstein re bi mejara Binesaziya Cîhanî û Ewlehiya Enerjiyê hevdîtin pêk anî. 

Ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ve di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek hat dayîn. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wezîr Gallant destnîşan kir ku îhtîmala lihevkirinê ji ber ku Hîzbullah bi Hamasê re 'girêdayî' didomîne û dawî li pevçûnan nayê. "Gallant diyar kir ku tevgera leşkerî dê yekane rê be ji bo misogerkirina vegera civakên li bakurê Îsraîlê bo malên xwe."