Îstîxbarata Rûsya: Dibe teqîna nuklerî çêbibe

24 January 2023 00:50 0 dîtin
Îstîxbarata Rûsya: Dibe teqîna nuklerî çêbibe

PeyamaKurd – Serokê beşa îstîxbarata karên derve ya Rûsyayê (SVR) Sergey Narişkin ragihand ku dewletên Rojavayî sîlihan dişînin Ûkraynayê û Ûkrayna wan sîlihan di santralên nuklerî de depo dikin. Sergey Narişkin got ku di mijarê de agahiyan dane hev û weha got:

“Artêşa Ûkraynayê ew muhîmmat û sîlihên ku ji aliyê dewletên Rojava de didin wan, di santralên nukleerî de didin ser hev, depo dikin û di mijarê de agahiyên baweriyê dane hev. Sîlihên ku em behsa wan dikin, roketavêjên HIMARSê, sîstemên bergiriya hewayî, fuze û muhîmatên topan hene. Sîlihên ku Awrûpa dişîne, bi vagonan dibin santrala Rivneyê. Artêşa Rûsya biryarê daye ku êrîşan bike der û dora santralê û eger ew sîlih biteqin, wê Moskovayê sûcdar bikin.”