Ji Amedsporê bersiva Ozdag!

08 May 2023 11:34 0 dîtin
Ji Amedsporê bersiva Ozdag!

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldî bertek nîşanî Serokê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag da û got, "Di lîgên Tirkiyeyê de tîmeke wekî Amedsporê nabe."

Ozdag li Bursayê axivî û got, "Di lîgên Tirkiyeyê de tîmeke bi navê Amedsporê nabe."

Ev daxuyaniya Ozdag li Diyarbekirê bû sedema bertekan.

Li hemberî daxuyaniyên provokatîf ên Ozdag ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldî ve bertek hat.

Elaldî ku ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî Ozdag da û wiha got:

“Tîmek bi navê Amedê heye yan na, were em li Diyarbekirê nîşanî we bidin. Bi tevahiya rêxistina xwe re werin. Gotinek me heye ku em ji we re bibêjin. Em tenê, hûn hemû. Dema tu navê tîma min dîsa bibêjî, 7 caran devê xwe bi axê bişon, bi avê bişon, paşê têxe devê xwe Amedê…”