Îmam Tasçier, bersiva Bozdag da: We kîjan qedexe rakirin?

16 April 2023 20:05 0 dîtin
Îmam Tasçier, bersiva Bozdag da: We kîjan qedexe rakirin?

PeyamaKurd- Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, li ser gotinên Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag ê ku gotibû, "Me qedexeyên li ser Kurdî rakirin" axivî û pirsî gelo ka wan kîjan qedexeyan rakirine.

Îmam Taşçier, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bersiv da gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ku gotibû, "Me qedexeyên li ser Kurdî rakirin."

Taşçier di peyama xwe de got,“Birêz wezîrê ku bi eslê xwe Kurd î. Xwendina li dibistanên Kurdî qedexe ye. Li saziyên raya giştî Kurdî qedexe ye. Li ser kursiyê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê axaftina bi Kurdî qedexe ye. Gelo te kîjan qedexeyan rakirine Birêz wezîrê bi eslê xwe Kurd.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ku li Rihayê ji aliyê AK Partiyê ve wekî namzedê ewil hat destnîşankirin, li Wêranşarê di vekirina buroyê de ji endamên partiyê re axivîbû û gotibû,

“Siyaseta ku redkirin, pişaftin û înkarê rakir, me danî holê. Ji bo ku li Tirkiyeyê aştî çêbibe, ji bo xwîn bisekine, rondik bisekinin, dayîk negirîn, dîsa em li çareseriyên bêçekirinê digeriyan. Ji bo rakirina her cure qedexeyên li ser Kurdî li vî welatî, me gav havêtin.”