Daxwaza rakirina parêzbendîya Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Tasçier tê kirin

07 January 2022 14:31 0 dîtin
Daxwaza rakirina parêzbendîya Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Tasçier tê kirin

PeyamaKurd – Li ser Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, ji ber gotinên wî yên derbarê Şêx Seîd de, fezleke hat amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendîya wî tê kirin.

Li gor zanyariyan, derket holê ku ew fezlekeya derbarê Îmam Taşçier de hatiye amadekirin, li ser gotinên wî yên di 29ê Hezîrana 2020ê yên di çalakiya bîranîna Şêx Seîd de hatiye amadekirin e.

Axaftinên Îmam Taşçier ên di çalakiya bîranîna Şêx Seîd de,  wek “handana gel bo kîn û dijmindariyê” hatine pênasekirin û ji ber gotinên wî, daxwaza rakirina parêzbendiya wî tê kirin.

Fezlekeya derbarê Îmam Taşçier li ser van gotinên wî hatiye amadekirin: “Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, wê demê bi organîzasyoneke  bihêz li dijî guvaş û zordariyê daxwaza mafên Kurdan kirin. Wan xwestin ku Kurd jî wek Tirk, Ereb û Faris û milletên din  ên li cîhanê  bibin xwedî statûyek. Bi vî awayî rêya vî şerî vekirin û piştre di sala 1925ê de bi sed hezaran Kurd hatin komkujkirin, koçberkirin û ji mal û milk û zimanên xwe hatin dûrxistin. Ev yek heta îro jî berdewam dike. Wate ji sala 1925ê   heta 2020ê ti tiştek nehatiye guhertin.”