Ji bo 8 parlamenterên HDPê daxwaza rakirina parêzbendiyê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê 8 parlamenterên HDPyî de ji ber sûcên "Bi awayekî vekirî piçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Hikûmeta wê, eskerê dewletê an jî teşkîlata emniyetê", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "Tevgerên dijî Qanûna Partiyên Siyasî" û "heqareta Serokkomar" fezleke amade kir.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, di fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir de hat destnîşankirin ku Osman Baydemir, Alîcan Onlu, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Nadir Yildirim, Dîlek Ocalan, Mizgîn Irgat û Garo Paylan di axaftinên xwe da pesnê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKyê dane, propagandaya PKKyê kirine û beşdarî teziyeyên PKKyiyên ku di pevçûnan da hatin kuştin bûne.
Di fezlekeya Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir de daxuyaniya çapemeniyê ya 5ê cotmeha 2017an a Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya partiya wî, di fezlekeya Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu da daxuyaniyeke ku di 27ê îlona 2017an de daye û di fezlekeya Parlamentera Diyarbekirê Feleknas Ucayê de jî roportajeke ku di 25ê mijdara 2017an de pesnê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKê û pesnê sûc û sûcdar daye, cih girt.
Di fezlekeya Alîcan Onlu de hinceta din jî ew e ku der heqê Operasyona Efrînê de li ser medyaya civakî tişt parve kirine.
Di fezlekeya Sîbel Yîgîtalpê de hat ragihandin ku beşdarî teziyeya Hulya Erogluya ku kodnavê wê "Delal Amed" e û di lîsteya "Terorîstên ku lê digerin da" kategoriya wê sor e, bûye û propagandaya PKKê kiriye.
Di fezlekeya Nadîr Yildirim de hat gotin ku di agahiyên li ser kontrola darayî yên partiyê de qeyda pereyê ku hatiye û çûye nehatiye girtin û ji ber vê li dijî Qanûna Partiyên Siyasî tevgeriyaye.
Hat ragihandin ku Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalanê di 14ê mijdara 2017an de li Wanê axiviye û pesnê Ocalanê serkirdeyê PKKê daye û propagandeya PKKê kiriye.
Di fezlekeya Parlamenterê Bitlîsê Mizgîn Irgatê de jî hat ragihandin ku beşdarî "çalakiya bibîranînê" ya 3 PKKyiyên ku li Silopiya navçeya Şirnexê hatibûn kuştin û propagandeya PKK kiriye.
Di fezlekeya Parlamenterê Stenbolê Garo Paylan de hat ragihandin ku Paylan di 1ê Gulana 2017an de li Kanadayê roportaj da û tê de sûcê "Bi awayekî vekirî piçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û Hikûmeta wê, piçûk xist" û "heqaret li Serokomar" kir.
Di fezlekeyan de li gor benda 83an a destûrê daxwaz tê kirin ku parêzbendiyên parlamenteran bên rakirin. Fezleke ji bo ku radestî Serokatiya Meclisê bibin ji Wezareta Edaletê re hatin şandin.
- Ji bo du parlementeran daxwaza destûra lêpirsînê
Ji aliyekî din Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber parvekirina 29ê Rêbendana 2018an a Osman Baydemir a li ser Operasyona Efrînê daxuyaniya roportajekê a ku Parlamenterê Wanê Lezgîn Botan de daxwaza destûra lêpirsînê hat kirin ku ji ber sûcê "Bi eşkere piçûkxistina miletê Tirk, eskerê dewletê û sazimana emniyetê" lêpirsîna wan were kirin. Daxwaz ji Miduriya Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Edaletê re hat şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin