Îmamoglu bersiva ‘Werdeka Kulek’ da: Heger qesta wî...

04 April 2019 16:18 0 dîtin
Îmamoglu bersiva ‘Werdeka Kulek’ da: Heger qesta wî...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan doh li mizgefta Çamlica ya Stenbolê di sohbeta xwe ya bi alîgirên partiya xwe re de, li ser têkçûna AKPê ya şaredariya mezin a Stenbolê, serkeftina Ekrem Îmamoglu  ku hîn bi fermî nehatiye ragihandin şibandibû, “Werdeka Kulek”.

Îmamoglu îro 4ê Nîsanê li ser pirsa rojnamevanan bersiva Erdogan da û got, “Heger qesta wî serdestiya meclîsa şaredariyê be, emê wê derbas bikin.  Ma ne ya girîng xizmet e? Em bi şefafiyeke wisa nîşan bidin ku civak jî şaş bimîne.”

Îmamoglu li ser şibandina Erdogan a ‘Werdeka Kulek’ jî da xuyakirin, “Heger qesta wî bi Werdeka Kulek kêmendamîya mirovan yan jî seqetiyên wan be, bi min dê dilê gelek kesan bimîne. Binêrin, li Avcilarê şaredarê me yê ji du destên xwe kêmendam e heye. Li dinyayê gelek kêmendamên serkeftî hene. Tarîfeke şaş kiriye. Kulek bûn û kêmendam bûn ne kêmasî ye.”

Hêjayî gotinê ye, her çiqas hîn li ser îtirazên AKPê hejmartina dengan berdewam dike jî di rêjeya dengên Îmamoglu di guhertineke berçav çênebûye û li navçeyên Stenbolê wekî Şaredarê Bajarê Mezin serkeftina xwe pîroz dike.