Ji Hemasê daxuyaniya hilbijartina serokê nû

04 August 2024 14:05 0 dîtin
Ji Hemasê daxuyaniya hilbijartina serokê nû

PeyamaKurd – Tevgera Hemasê, piştî ku Serokê Buroya Siyasî Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehranê dema çûbû merasîma desbikarbûna serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan bi sûîqestê hate kuştin, ji bo hilbijartina serokê nû kete tevgerê.

Cenazeyê Heniye, du roj berê li paytexta Qeter Dohayê bi merasîmekê bi xakê hate spartin, lê karvedanên wê êrîşê berdewam dikin û metirsiya êrîşeke mezin a Îranê bi ser Îsraîlê de û bersiva wê di rojevê de ye.

Hemasê di rewşeke wiha de ragihand ku tevgerê ji bo hilbijartina serokê nû gotûbêjên şêwrê yên berfireh daye destpêkirin û dê di demeke nêz de serokê nû bê destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye, yek ji damezrînerê Hemasê Xalid Meşal wek kesê yekem ê nêzî posta seroktiyê tê nîşandan ku di merasîma cenazeyê Heniye de jî wî mêvan pêşwazî kiribûn.